Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Birano, çaxê ku ez hatim ba we ku ez sira Xwedê ji we re diyar bikim, ez ne bi peyvên xemilandî an şehrezayî hatim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әз жи гава һатьмә щәм ԝә хушк-бьрано, әз бь хәбәр йан сәрԝахтийа кʼәмалә гьран нәһатьм сӧрʼа Хԝәде ԝәва әʼйан кьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی بِرایا، وقته اَز هاتمَ لاره وَ، اَز نَهاتِم گو سِرّا خدا بِ قِسه جِندی آن ژی بِ حکمته بُ وَ بِژِم.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 2:1
23 Referans Kwoze  

Çimkî Mesîh ez nixumandinêrʼa neşandim, lê Mizgînîdayînêrʼa û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hʼesabê.


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû.


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye.


Yûhʼenna jî şeʼdetîya her tiştêd ku wî dîtibûn da, awa gotî şeʼdetîya gotina Xwedê, usa jî şeʼdetîya eʼlametîya Îsa Mesîhe rʼast.


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


gava wê Rʼojê Ew bê, wekî nava cimeʼta Xweda bê pesindayînê û hʼemû bawermend wê hʼeyr-hʼujmekʼar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şeʼdetîya me anî.


Hînkirina derheqa Mesîhda nava weda hʼîmê xwe usa girtîye,


min Ew dît û Wî minrʼa got: ‹Bike bilezîne ji Orşelîmê derê, çimkî ew şeʼdetîya ku tê bona Min bidî ewê qebûl nekin›.


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Çawa hinek dibêjin: «Neʼmeyêd wî hʼişk in û bi qewat in, lê ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye».


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite