Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 15:50 - Peymana Nû (Încîl)

50 Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

50 Birano, ez vê dibêjim: Xwîn û goşt nikarin Padîşahiya Xwedê mîras bistînin. Ne jî rizîbûn dikare nerizîbûnê mîras bistîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

50 Готьна мьн әв ә хушк-бьрано, ԝәки хун у гошт ль Пʼадшатийа Хԝәде нькарьн ԝар бьн, нә жи дерьсбун ԝе ль нәдерьсбуне ԝар бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

50 گَلی بِرایا، اَز وِنَ بُ وَ دِبِژِمَ گو: جسم و خون نِگارِن بِبِنَ وَرَثه پادشاهیا خدا، اَو دِشدا گو فانیَ ژی نِگاریت بِبیتَ وَرَثه اَو دِشدا گو فانی نینَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 15:50
18 Referans Kwoze  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Awa ez dibêjim, bi saya Rʼuhʼê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyatʼa însên nekin.


Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye hʼeta-hʼetayê li eʼzmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye.


Awa gotî ez vê yekê dibêjim, ew wesîyeta ku pêşda ji Xwedêda hatibû tʼestîqkirinê, Qanûna ku çarsid sî salî şûnda derkʼet, nikare usa bike, wekî wesîyeta sozdayî qewata xwe unda ke.


Dibêjin: «Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye», lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qavîyê ye, lê bona xizmetkʼarîya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike.


Ez vê yekê dibêjim, wekî tʼu kes we bi zarê şîrin nexalifîne.


Vê yekê bîr nekin: Yê dest dide ber çandinê, wê hindikî jî bidirû, lê yê dest nade ber çandinê, wê gumre jî bidirû.


Ez werʼa dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin,


Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: «Ez Pawlosî me», yek dibêje: «Ez Apoloyî me», yek jî dibêje: «Ez Petrûsî me» û yekî din jî dibêje: «Ez Mesîhî me».


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe.


Bi vî awayî jî rʼabûna mirîya ye: Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê rʼabe.


Qalibê bînber tê çandinê û qalibê rʼuhʼanî wê rʼabe. Çawa ku qalibê bînber heye, usa jî qalibê rʼuhʼanî heye.


Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke û sax-silamet bigihîne Pʼadşatîya Xweye eʼzmana. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite