Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 15:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 у һатә дәфьнкьрьне, рʼожа сьсийа Әԝ Хԝәдеда жь мьрьне рʼабу ль гора ньвисара,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 و هاتَ چال گِرِن، و گورَیَگی هَمَن وان نِویسارِت مُقدس له رُژا سِیه ژه ناو مِریادا رابو،

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 15:4
35 Referans Kwoze  

Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


Bi nixumandinê em îdî tʼevî mirina Wî bûne û tʼevî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rʼûmeta Bavê ji mirinê rʼabû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn.


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?»


Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».


Gava hûn pê avê hatine nixumandinê, tʼevî Wî hatine definkirinê û bi wê nixumandinê jî hûn tʼevî Wî ji mirinê rʼabûn, çimkî we bawerîya xwe bi qewata Wî Xwedêyî anî, Yê ku Mesîh ji mirinê rʼakir.


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».


û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe».


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Pey vê yekêrʼa, Ûsivê ji Arîmetyayê ku şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eʼyan nedikir, hîvî ji Pîlato kir ku cinyazê Îsa ji xaçê peya ke û Pîlato îzin dayê. Hingê ew çû cinyazê Îsa ji xaçê peya kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite