Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 15:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 Birano, ez her roj dimirim! Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh ez bi we serbilind im û ev ji xwe wisa ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Әԝ фьрʼнаԛбуна мьн шәʼдә йә, хушк-бьрано, йа кӧ әз пе ԝә фьрʼнаԛ дьбьм йәктийа Мәсиһ Исайе Хӧдане мәда, әз һәр рʼож дәст жь әʼмьре хԝә дькʼьшиньм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 گَلی بِرایا، اَز بِ وه اِفتخارا گو مِن ناو خادیه مَ مسیحْ عیسیْ دا راستا وَدا هَیَ، سوند دِخُم گو اَز همو رُژه دِمِرِم.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 15:31
14 Referans Kwoze  

Çawa nivîsar e: «Bona Te em her rʼoj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hʼesab dibin».


Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,


Em çi rʼazîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan hʼemû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin?


Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme.


Tʼenê Rʼuhʼê Pîroz hʼemû bajarîda tʼemîyê dide min û dibêje ku: ‹Qeyd û tengasî pêşîya te ne›.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite