Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 15:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Heger rʼabûna mirîya tʼune, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê rʼanebûye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Eger rabûna miriyan tune be, Mesîh jî ne hatiye rakirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Һәгәр рʼабуна мьрийа тʼӧнә, кӧ ӧса йә Мәсиһ жи жь мьрьне рʼанәбуйә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله هَگو مِری ساخ نابِن، بَجا مسیحْ ژی ژه ناو مِریادا نَرابویَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 15:13
16 Referans Kwoze  

Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rʼabû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa tʼevî Wî vegerʼîne.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


Çawa ku zarʼ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, kʼete binyatʼa merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku hʼukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Lê rʼast Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava mirîya rʼabûyî.


Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.


(çimkî sadûqî dibêjin ne rʼabûna mirîya heye, ne milyakʼet, ne jî rʼuhʼ, lê fêrisî hersêka jî qebûl dikin).


Awa heger em dannasîn dikin, ku Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa ji we hinek dibêjin, ku rʼabûna mirîya tʼune?


Û heger Mesîh ji mirinê rʼanebûye, ku usa ye dannasînîya me jî boş-betal e û bawerîya we jî boş-betal e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite