Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 14:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Birano, divê çawa be? Gava ku hûn dicivin, her yek ji we lavijeya wî, hînkirina wî, peyxama wî, zimanê wî, wergerandina wî heye. Bila ev hemû ji bo pêşveçûna civînê bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Әм иди чаԝа бькьн гәли хушк-бьра? Гава һун дьщьвьнә щики, һәр кәсе жь ԝә чи ԝи һәбә, һәгәр кʼӧлам бә, һинкьрьн бә, әʼйанти бә, хәбәрдана зьманед хәриб бә, шьровәкьрьна зьманед хәриб бә, бьра һʼәму жи бона авабуна щьвине бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 گَلی بِرایا، بَجا چه؟ وقته اون دُرا یِگودو خِر دِبِن، هَریگ ژه وَ اِستِرانَگ، دَرسَگ، آشگَرابونَگ، اَزمانَگ آن وَرگَراندِنَگ هَیَ. اَونَ همویا بُ آوا گِرِنه بِدَنَ شُله.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 14:26
18 Referans Kwoze  

Zebûr û dirozga, stiranêd rʼuhʼanî hevdurʼa bêjin, bistirên û dilê xweda Xudanrʼa bilovînin.


Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.


Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî.


Ji Wî tʼemamîya bedenê hevva ne û hʼemû jî bi alîkʼarîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her pʼareke bedenê şixulê xwe dike, hʼizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe.


Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan.


Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Tʼenê her tişt bira bi tʼerbet, cî bi cî û maqûlî be.


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Heger yek bi zimanê xerîb xeber dide, bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê, lê bira yek pey yekîrʼa xeber de û yek jî şiroveke.


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


heger xizmetkʼarî ye, bira nava xizmetkʼarîyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin,


Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.


Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivrʼa xeber dide, lê Xwedêrʼa, çimkî kesek Wî feʼm nake. Ew bi qewata Rʼuhʼ surʼa dibêje.


Ez çi bikim? Ezê hin bi rʼuhʼê xwe dua bikim, hin jî bi hʼişê xwe, hin bi rʼuhʼê xwe bistirêm, hin jî bi hʼişê xwe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite