Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 14:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Birano, di aqil de zarok nebin. Di xerabiyê de bibin zarokên biçûk, lê di aqil de gihîştî bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Хушк-бьрано, һʼьше хԝәда зарʼ нибьн! Һьндава хьрабийеда мина зарʼа бьн, ле һʼьше хԝәда гьһишти бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 گَلی بِرایا فهما خودا بینا زاروگان نَبِن. پیسیتیه دا بینا بِچوگه ساوا بِن. بله فهما خودا بینا مِرُوَگه بالغ بِن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 14:20
25 Referans Kwoze  

Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Guhdarîya we nav hʼemûyada bi nav û deng e û ez bona we şa me, lê dixwazim ku hûn serwaxt bin hindava qencîyêda û dilsax bin hindava xirabîyêda.


Gava ez zarʼ bûm, min mîna zarʼa xeber dida, mîna zarʼa difikirîm, mîna zarʼa dida ber hʼesêb. Gava ez mezin bûm, ew tiştêd zarʼotîyê min ji xwe dûr xistin.


û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger hûn venegerʼin û nebine mîna zarʼoka, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê».


Awa ji me hʼemûya, îdî kʼî «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke.


Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Ewî caba wan da û got: «We ne xwendîye, serê sêrîda Eʼfirandar ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin?›


Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye».


Ez werʼa rʼast dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê».


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd feʼmdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi hʼezara xeberêd xerîb.


hʼeta ku em hʼemû jî bigihîjine wê yekê, ku bawerîyê û Kurʼê Xwedê naskirinêda tʼifaq bin, bibine merivêd gihîştî, tʼam weke bejin-bala Mesîh.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite