Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 13:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Hʼizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hʼizkirin hʼevsûdîyê nake, hʼizkirin kʼubar nabe, pʼişika xweda nawerime,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake, pozbilindiyê nake,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һʼьзкьрьн думькдьреж у ширьн ә, һʼьзкьрьн һʼәвсудийе накә, һʼьзкьрьн кʼӧбар набә, пʼьшька хԝәда наԝәрьмә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 مُحبّته صَبر هَیَ و مِهربانَ؛ مُحبّت حسادته ناگَت، خو مَزِن ناگَت و سَرخوَ ناچیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 13:4
53 Referans Kwoze  

Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.


Û hevrʼa şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Delalno, heger Xwedê aha em hʼiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hʼiz bikin.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.


ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê.


Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin.


bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî,


Bira hûn anegorî tʼemamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîrʼûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Ev yekana xûşk-birano, min bona we anîne ser xwe û Apolo, wekî hûn vê yekê ji me hîn bin: «Ji nivîsarê derneyên». Hingê ji we tʼu kes wê yek pê yekî nefirʼe.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî,


De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


Baveʼşîra jî ji hʼevsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê tʼevî wî bû,


bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.


ew yekî kʼubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şerʼ û deʼwava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: Hʼevsûdî, neyartî, gotinêd nerʼêda, şikêd xirab


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


Evana her neheqîyê, neqencîyê, timayîyê, xirabîyava tʼijî ne: Bi hʼevsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîgerʼo,


Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?


Hinek ji we babax bûne, wan tʼirê ezê neyême cem we.


Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê.


Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike, yê ku bi xwenimizkirina hʼilekʼarî, milyakʼet-hʼebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber çʼeʼva mijûl e. Yêd usa bi fikirêd pʼûçʼe merivayî pʼişika xweda diwerimin


Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?


Ewî zanibû ku ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite