Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 13:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Û heger hebûka xwe pêva belayî belengaza kim û bedena xwe jî bidime der bona şewitandinê, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, tʼu kʼar nagihîje min.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Eger ez her tiştê xwe bi alîkarîtî bidim û bedena xwe ji bo şewitandinê teslîm bikim, lê hezkirina min tune be, qet feyda min jê tune.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 У һәгәр һәбука хԝә пева бәлайи бәләнгаза кьм у бәдәна хԝә жи бьдьмә дәр бона шәԝьтандьне, ле һʼьзкьрьн дьле мьнда тʼӧнәбә, тʼӧ кʼар нагьһижә мьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 هَگو هَچی دِشدا گو مِن هَیَ اَز بِدَم بِچیت و هَگو اَز بَدَنا خو تسلیم گَم گو ناو آگِری دا بِشَوتینِن، بله مِن مُحبّت چِنَبیت، بُ مِن چه خِیر تِدا چِنینَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 13:3
22 Referans Kwoze  

Tʼu hʼizkirin ser wê hʼizkirinêrʼa tʼune, ku yek eʼmirê xwe ber dostêd xweva bide.


Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin.


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Petrûs got: «Awa me her tiştêd xwe hiştine û pey Te hatine».


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.


Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».


Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».


Petrûs gote Wî: «Xudan, çima ez niha nikarim pey Te bêm? Ezê eʼmirê xwe jî bona Te bidim».


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Lê Zexayo pêş hʼemûyava sekinî û gote Xudan: «Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kʼê jî kiribe, ezê çar car lê vegerʼînim».


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite