Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 12:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 yekî dinrʼa bawerî xût ji wî Rʼuhʼî, yekî dinrʼa pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê xût ji wî Rʼuhʼî,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 bi eynî Ruhî ji yekî re bawerî û bi Ruhê ku yek e ji yekî din re jî diyariyên qenckirina nexweşan tê dayîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 йәки дьнрʼа баԝәри хут жь ԝи Рʼӧһʼи, йәки дьнрʼа пʼешкʼешед нәхԝәшԛәнщкьрьне хут жь ԝи Рʼӧһʼи,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 و بُ یگَ دی بِ واسِطا هَمَن رِحه، ایمان دِتَ دایین و بُ یگَ دی بِ واسِطا هَمَن رِحه، دیاریِت شفا دایینه.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 12:9
21 Referans Kwoze  

Çawa nivîsar e: «Min bawer kir, lema xeber da». Xût bi wî rʼuhʼê bawerîyê em jî bawer dikin û lema xeber didin.


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


yêd ku bi bawerîyê pʼadşatî bindest kirin, heqî kirin, soz standin, devê şêra dane girtinê,


Çima hʼemû xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê ne? Çima hʼemû bi zimanêd xerîb xeber didin? Çima hʼemû zimana şirovedikin?


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


wê meʼra bi destê xwe bigirin û heger ew tiştekî jeʼr jî vexwin, tʼu zirarê li wan nebe. Ewê destêd xwe daynine ser nexweşa û nexweşê qenc bin».


Bona vê yekê xelqê nexweş derdixistine serê rʼîya, dadanîne ser darbesta û berʼa, wekî gava Petrûs derbaz be, tʼenê sîya wî bikʼeve ser ji wan hineka.


Nexweşêd navda qenc kin û wanrʼa bêjin: ‹Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›.


Ew şandin, ku Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kin û nexweşa qenc kin


Wana gelek cin derdixistin û rʼûn li gelek nexweşa didan û ew qenc dikirin.


Îsa caba wan da û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tʼenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çʼîyayîrʼa jî bêjin: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê›, wê bibe.


Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, kʼotîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite