Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 12:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Ji bo vê yekê ez bi we didim zanîn: Tu kes bi peyivîna ku bi Ruhê Xwedê ye nabêje: «Nifir li Îsa be!» Û eger ne bi Ruhê Pîroz be, tu kes nikare bêje: «Îsa Xudan e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бона ве йәке жи әз ԝәрʼа дьбежьм, тʼӧ кәс тʼӧнә кӧ бь рʼебәрийа Рʼӧһʼе Хԝәде хәбәр дә у бежә: «Бьра ньфьрʼ ль Иса бә». У кәсәк жи нькарә бежә: «Иса Хӧдан ә», һәгәр нә бь рʼебәрийа Рʼӧһʼе Пироз.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بَهنده اَز دِخازِم اون وِنَ بِزانِن گو هَچی کَسه بِ واسِطا رِحا خدا قِسَ دِگَت، چه جارا نابِژیت: «عیسی ملعونَ!» و چه کَس نِگاریت خِنجی بِ واسِطا رِحا مُقدسا خدا بِژیت: «عیسیْ خاده یَ.»

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 12:3
19 Referans Kwoze  

Ne ku em ji xwe hʼesab dikin ku em layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye.


Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê Ew ji nava mirîya rʼakirîye, tê xilaz bî.


Hûn Min Dersdar û Xudan hʼesab dikin, hûn rʼast dikin, Ez hema usa jî heme.


lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.


Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide.


Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê Rʼuhʼ Xudanê xwe hʼesab dike? Çimkî wî got:


Lê Îsa got: «Pêşîyê li wî negirin. Kesek tʼune ku bi navê Min kʼeremetekê bike û pêrʼa-pêrʼa bikaribe hindava Minda xirab xeber de.


Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa».


Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin.


Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,


Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Awa heger Min bi vê Xudan û Dersdarîya Xweva nigêd we şûştin, gerekê hûn jî nigêd hevdu bişon.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite