Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 12:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Lê rʼast Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa Wî xwest.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Lê Xwedê her yek ji endaman li gor daxwaza xwe di bedenê de bi cih kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Ле рʼаст Хԝәде әԝ әндәм йәко-йәко бәдәнәкеда щи кьрьн, чаԝа Ԝи хԝәст.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 بله یا راست اَوَیَ گو خدا هر اَندامَگ، اَو جورا گو دِخاست، یگ بَ یگ دانا ناو بَدَنه دا.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 12:18
18 Referans Kwoze  

Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


Ev hʼemû jî xût Xwexa ew Rʼuhʼ dike û her kesîrʼa başqe-başqe pʼarevedike, çawa ku dixwaze.


Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.


lê endemêd meye bêeʼyb ne hʼewcê wê yekê ne. Lê Xwedê beden hevva kir, ku yê bêqedir hê qedir bistîne,


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Û Xwedê qalib dide wî tʼoximî, çawa ku dixwaze û her tʼoximek qalibê xwe distîne.


«Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene».


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,


Heger tʼemamîya bedenê çʼeʼv bûya, lê bihîstinê li kʼu bûya? Heger hʼemû beden guh bûya, bînhildanê li ku bûya?


Heger hʼemû endemek bûna, bedenê li ku bûya?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite