Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 11:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê kʼasê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, hʼeta hatina Wî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Çimkî her cara ku hûn vî nanî bixwin û vê kasê vexwin, heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Һәр щар, гава һун ви нани бьхԝьн у жь ве кʼасе вәхԝьн, мьрьна Хӧдан бькьнә дәнги, һʼәта һатьна Ԝи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 چون گو اون کَنگه وه نانی بُخُن و ژه وه طاسِگه وَخُن، اون مِرِنا عیسیْ خاده حَتا وقته گو تِت، دِدَنَ زانین.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 11:26
16 Referans Kwoze  

Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».


Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin.


Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!»


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Henox jî ku pey Ademrʼa bavê hʼefta bû, bona van meriva pʼêxembertî kir û got: «Va ye Xudan tʼevî pîrozêd Xweye bêhʼesab tê,


Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,


Lê her kes dora xweda: Pêşîyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd pʼara Mesîh, wextê hatina Wîda.


gava wê Rʼojê Ew bê, wekî nava cimeʼta Xweda bê pesindayînê û hʼemû bawermend wê hʼeyr-hʼujmekʼar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şeʼdetîya me anî.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Eva gotina nava xûşk-birada bela bû, yanê ew şagirtê nemire. Lê belê Îsa bona wî negotibû, ku ew namire, lê gotibû: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite