Korîntî I, 11:22 - Peymana Nû (Încîl)22 Çima malêd we tʼunene, ku hûn wanda bixwin û vexwin? Yan çima civîna Xwedê bêhurmet dikin û desttenga didine şermê? Ez çi werʼa bêjim? Pʼeyê we bidim bona vê yekê? Ez vê yekê nikarim! Gade chapit laKurmanji Încîl22 Ma ji bo xwarin û vexwarinê malên we tunin? An ku hûn civîna bawermendan a Xwedê biçûk dibînin û yên ku tiştekî wan tune, hûn didin şermkirin? Ma ez ji we re çi bêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vê yekê de ez pesnê we nadim! Gade chapit laПәймана Ну (Инщил)22 Чьма малед ԝә тʼӧнәнә, кӧ һун ԝанда бьхԝьн у вәхԝьн? Йан чьма щьвина Хԝәде беһӧрмәт дькьн у дәсттәнга дьдьнә шәрме? Әз чь ԝәрʼа бежьм? Пʼәйе ԝә бьдьм бона ве йәке? Әз ве йәке нькарьм! Gade chapit laکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی22 آنی چه! ما وَ مال بُ خارِن و وَخارِنه چِنینِن؟ آن اون کلیسایا خدا گوشگَ دِگَن و مِرُوِت گو چه دِشد چِنینِن دِخِنینَ شَرمه؟ اَز چه بِژِمَ وَ؟ اَز بَر خاطره وه شُله مَحتا وَ بِگَم؟ نه، اَز وه شُله ناگَم. Gade chapit la |