Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 10:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ev hʼemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axirîya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әв һʼәму тьшт чаԝа мәсәлед готи дьһатьнә сәре ԝан, ле бона мә кӧ әм ахьрийа ван дәԝрада дьжин, чаԝа ширәт һатьнә ньвисаре.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَو شُلَنَ سَره واندا هات گو بُ وان بِبیتَ نمونَ، بله اَو هاتنَ نِویساندِن گو بُ مَ بِبِنَ عبرت گو اَم زَمانَیَگه دا وِیَ دِژین گو دوماییگا تواوی زَمانا گَهَشتیَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 10:11
17 Referans Kwoze  

Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.


Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.


Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.


Yan wê yekê bona me dibêje? Belê, ev yek bona me hate nivîsarê, wekî ewê ku cotê xwe dike, gerekê bi guman cot ke û yê kam dike, gerekê guman be, ku wê kʼeda xwe bixwe jî.


Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e.


Lê ev gotin ne tʼenê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew rʼast hʼesab kir,


Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe.


Çawa nivîsar e: «Pey wextekî kinrʼa, Ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe.


Ez werʼa dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin,


Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, pʼale jî milyakʼet in.


Û çawa ku zîwanê tʼop dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be.


Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


Îdî ew tişt bona me bûne meselêd gotî, wekî em havijîya xwe ji tiştêd xirab neynin, çawa wan dilhavijî kir.


Eva yeka cûrʼekî mayîn tê feʼmkirinê, ev her du jin du peyman in: Yek ji çʼîyayê Sînayê, bona xulamtîyê tîne, ew Hacer bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite