Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Wisa ku di tu diyariya ruhanî de kêmahiya we tune û hûn li hêviya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh disekinin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 кӧ һун кемасийа тʼӧ пʼешкʼеше накʼьшиньн, гава һивийа хӧйабуна Хӧдане мә Иса Мәсиһ ьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 وِسا گو اون ژه چه دیاریا به پار نینِن، وه حالیدا گو اون هِویا آشگَرابونا خادیه مَ عیسیْ مسیحِن.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 1:7
25 Referans Kwoze  

Lê welatê me li eʼzmana ye, ji kʼu em çʼeʼvnihêrʼîya Xilazkir, Xudan Îsa Mesîh in.


hîvîya Rʼoja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê rʼojê eʼzmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin pʼerʼê wêda bihʼelîne.


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


xwe nava wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, hîvîya rʼeʼma Xudanê me Îsa Mesîh bin, ku jîyîna hʼeta-hʼetayê bide we.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Ew rʼojê jî wê usa be, gava Kurʼê Mêriv kʼifş be.


Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê kʼengê ji deʼwatê vegerʼe, ku çaxê bê dêrî xe, pêrʼa-pêrʼa rʼabin dêrî vekin.


Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn.


Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê!


Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.


Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite