Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 1:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Dîna xwe bidinê xûşk-birano, hûn kʼî bûne ku Xwedêda hatine gazîkirinê: Alîyê dinêda ji we gelek ne serwaxt bûne, ji we gelek dinêda ne zor bûne û ne jî ji we gelek malêd rʼengînda bûne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Дина хԝә бьдьне хушк-бьрано, һун кʼи бунә кӧ Хԝәдеда һатьнә газикьрьне: Алийе дьнеда жь ԝә гәләк нә сәрԝахт бунә, жь ԝә гәләк дьнеда нә зор бунә у нә жи жь ԝә гәләк малед рʼәнгинда бунә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 گَلی بِرایا، گازی گِرِنا بیننَ بیراخو: نَظَرا دُنیایه دا، ناو وَدا گَلَک مِرُو زانا حساب نَدِبون و هَ وِسا ژی ناو وَدا گَلَک مِرُو قاوَت آن خُدان اصل و نصب حساب نَدِبون.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 1:26
24 Referans Kwoze  

Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana.


Kʼanên serwaxt? Kʼanên zane? Kʼanên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtîya vê dinyayê Xwedê kire bêhʼişî?


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Ez jî çawa yekî hê zûva rʼast pey wan hʼemû tişta diçûm, min rʼê têrʼa dît ku bi hûr-gilî terʼa binivîsim,


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin,


Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in.


Lê hineka xwe li wî girt, bawer kirin. Nava wanda bûn Dîyonîsyoyê endemê Aryopagoyê û kʼulfeteke navê wê Damerîs, tʼevî hinekêd mayîn.


Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma.


Eva yekî ji berdestîyêd Sergîyo Pawlosê welî bû. Sergîyo Pawlos jî merivekî aqil bû, evî gazî Barnabas û Şawûl kir, ku xebera Xwedê bibihê.


Çimkî Xwedê kʼîjana dibijêre û pʼêşkʼêşa dide kʼê, wê yekêda ne pʼoşman e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite