Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 1:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Rʼast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyarʼa bêhʼişî ye, lê me xilazbûyîyarʼa, qewata Xwedê ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Erê, peyva li ser xaçê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye, lê ji bo me yên ku rizgar dibin hêza Xwedê ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Рʼаст ә һинкьрьна дәрһәԛа хачда ӧндабуйийарʼа беһʼьши йә, ле мә хьлазбуйийарʼа, ԛәԝата Хԝәде йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون گو پیاما خاچه بُ اَونه گو بَین دِچِن به عاقلیَ، بله بُ مَ گو اَم نجاته پَیدا دِگَن قُدرَتا خدایَ.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 1:18
21 Referans Kwoze  

Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.


û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.


Lê heger ev Mizgînîya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyîya veşartî ye.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Çimkî serwaxtîya vê dinyayê li ber Xwedê bêhʼişî ye. Çawa nivîsar e: «Ew serwaxta nava hʼilekʼarîya wanda digire»


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.


‹Binihêrʼin kʼubar-babaxno, eʼcêbmayî bin û betavebin, çimkî Ezê rʼojêd weda kirekî bikim, kirekî usa, ku yek werʼa bêje jî hûnê bawer nekin›».


Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Çʼekêd eskerîya me, ne yê merivayî ne, lê yêd qewate ji Xwedê ne, bona wêrankirina tʼeʼbîya.


Bi wê jî hûn xilaz dibin, heger wê xeberê, ya ku min werʼa dannasîn kir, qewîn bigirin. Heger na, bawerîya weyê badîhewa be.


Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».


Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir.


şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.


Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet!


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite