Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Korîntî I, 1:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Çimkî Mesîh ez nixumandinêrʼa neşandim, lê Mizgînîdayînêrʼa û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hʼesabê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Çimkî Mesîh ez neşandim ku ez imad bikim, lê belê ez şandim ku ez Mizgîniyê bidim. Min ev yek bi şehrezayiya gotinan nekir, da ku xaça Mesîh hêza xwe winda neke.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Чьмки Мәсиһ әз ньхӧмандьнерʼа нәшандьм, ле Мьзгинидайинерʼа у әз ве йәке надьмә зора хәбәрдана зьмен, кӧ нәбә ԛәԝата хаче Мәсиһ бәр тьштәки нәйе һʼәсабе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 چون گو مسیحْ اَز نَرِگِرِم گو غُسلا تعمیده بِدَم بَلگو اَز رِگِرِم گو انجیله وَعظ گَم، بله نه بِ کلیمه حکمتا قِسَدانه گو مِرُو قانع دِگَن، گو وِسا له نَیِت گو قُدرَتا خاچا مسیحْ به اَثَر بیت.

Gade chapit la Kopi




Korîntî I, 1:17
13 Referans Kwoze  

Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.


Çawa hinek dibêjin: «Neʼmeyêd wî hʼişk in û bi qewat in, lê ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye».


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


lê rʼast Îsa Xwexa nedinixumand, lê şagirtêd Wî dinixumandin.


Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye.


Wî çaxî eʼmir kir ku bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Paşê wana hîvî ji wî kir ku çend rʼoja li wir bimîne.


Fêrisîya bihîst ku Îsa ji Yûhʼenna zêdetir şagirta dicivîne û bi avê dinixumîne,


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite