Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 4:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Ji bo ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew hanê bide dilê we, ez wî dişînim ba we.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Әз бона ԝе йәке ԝи сәр ԝәда дьшиньм, ԝәки һун һаш жь мә һәбьн у әԝ бь ве йәке дьл бьдә ԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 مِن اَو بَ وه یگه رِگِریَ لاره وَ گو اون بِزانِن اَم چاونِن، و اَو دله وَ تشویق گَت.

Gade chapit la Kopi




Kolosî 4:8
16 Referans Kwoze  

Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


bira dil bide we û we nava hʼemû kira û gotinêd qencda bişidîne.


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.


Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî.


Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.


Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe.


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Hûn pʼak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zarʼêd xweda.


Bona vê yekê ez wî bi dil dişînim, wekî hûn wî bibînin, dîsa şa bin û ez ber xwe nekʼevim.


Min hîvî ji Tîto kir û ew bira tʼevî wî şand. Gelo Tîto hûn kʼara xwerʼa dane xebatê? Me bi rʼuhʼekî nedikir? Em rʼêkêda nediçûn?


Lê niha hûn gerekê bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên, wekî kʼerbî berxwekʼetinê xwe unda neke.


Ew nava hʼemû teʼlî-tengîyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûrʼe teʼlî-tengîyada ne, bi wê berdilîyê, pê kʼîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê.


Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite