Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 3:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 У чь жи кӧ һун бь хәбәра йан кьра бькьн, һәр тьшти бь сайа наве Хӧдан Иса бькьн, бь дәсте Ԝи шькьрийе бьдьнә Бав Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 هَچی شُلا اون دِگَن، چه گُتنه دا بیت چه عمل دا، همو شُله بِ ناوه عیسیْ خاده بِگَن و بِ واسِطا وی شُکرا خدایه باب بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Kolosî 3:17
29 Referans Kwoze  

Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.


Û çi jî bikin, bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva.


Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


her tiştîda rʼazîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


De werin em bi saya Wî tʼimê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê Wî îqrar dikin.


Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê.


destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin».


bira dil bide we û we nava hʼemû kira û gotinêd qencda bişidîne.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Bona vê yekê hʼemû cihû û yûnanêd ku Efesêda diman pê hʼesîyan. Tirs kʼete ser wan hʼemûya û navê Xudan Îsa bilind dibû.


şikirîya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Pʼadşatîya rʼonayêda tʼevî cimeʼta Wî bibine xweyîpʼar.


wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê serwaxtîyê û eʼyantîyê bide we, ku hûn Wî tʼam nas bikin.


rʼaw avîtî, ser Wî çêkirî û bawerîyêda şidîyayî hʼîmgirtî bin, çawa hûn hatine hînkirinê. Û her gav bi dilê rʼazî şikirîyê bidine Wî.


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Ewê ku Kurʼ înkʼar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê tʼune. Lê yê ku Kurʼ îqrar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê heye.


Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.


Çimkî Xwedê tʼu milyakʼetîrʼa aha negotîye: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî» û dîsa: «Ezê bavê Wî bim, Ewê jî Kurʼê min be».


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite