Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 2:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Чьмки тʼәмамийа бьнйатʼа Хԝәдетийе нава Мәсиһе бәдәнида йә

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 چون گو تواوی پْربونا خداتیه گورَیَگی جسمه، ناو مسیحْ دا جی دِگِریت.

Gade chapit la Kopi




Kolosî 2:9
20 Referans Kwoze  

Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».


«Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin», ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye».


Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.


Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin:


Lê Îsa derheqa pʼaristgeha bedena Xweda xeber dida.


Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand.


Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêrʼ, zîv, yan kevirê ku bi hʼiş û hostatîya meriva hatine kʼolandinê.


Peyrʼa xulêm gotê: ‹Axayê min, te çawa eʼmir kir, min usa jî kir, lê dîsa cî heye›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite