Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 2:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wisa bi wî re girêdayî rêve herin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Аԝа ԝә чаԝа Хӧдан Мәсиһ Иса ԛәбул кьр, ӧса жи йәктийа Ԝида бьжин,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 ایجا هَ وِسا گو وَ مسیحْ عیسیْ خاده قَبول گِر، هَ وِسا ژی ناو مسیحْ عیسیْ دا بژین.

Gade chapit la Kopi




Kolosî 2:6
22 Referans Kwoze  

wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina çʼeʼva.


Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite