Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 2:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Madem hûn bi Mesîh re li hember hêzên ruhî yên vê dinyayê mirine, nexwe hûn çima weha dijîn wek ku hûn ên vê dinyayê ne û li gor rêz û tertîb dikin ên ku dibêjin:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Аԝа һәгәр һун тʼәви Мәсиһ мьрьнә у жь сьхьред ве дьнйайе аза бунә, иди һун чьма мина бәре пәй әʼрф-әʼдәтед ве дьнйайе дьчьн? Һун чьма гӧһ дьдьнә тʼәмийед аһа? Мәсәлә:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 هَگو اون گَل مسیحْ دا گورَیَگی راوِژه وه دُنیایه مِرِنَ، بُچی اون بینا وان مِرُوه گو هِشتا یه وه دُنیایه نَ، تسلیمی وان اُمورا دِبِن، اَو اُموره گو دِبِژِن:

Gade chapit la Kopi




Kolosî 2:20
19 Referans Kwoze  

Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Awa guh nedine tʼu kesî, yêd ku bona pirsa xwarin, vexwarinê yan jî bona pirsa cejina û cejinêd hîva nû usa jî rʼojêd şemîya, we lomekʼar dikin.


Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.


û ew kʼaxaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê rʼesît kir, ji navê hilda xaçva mix kir.


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Belê rʼast e em meriv in, lê bi merivayî eskerîyê nakin.


Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we.


û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî.


Çimkî hûn mirine û eʼmirê we tʼevî Mesîh cem Xwedê veşartî ye.


«Nêzîk nebe, teʼm neke, lê nekʼeve».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite