Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 1:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Çimkî li Xwedê xweş hat ku Hemû tijetiya wî di şexsê wî de be,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Чьмки ль Хԝәде хԝәш һат, кӧ тʼәмамийа бьнйатʼа хԝәдетийе нава Ԝида бә

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 چون گو تواوی کَیف خوشیا خدا اَوَ بو گو تواوی پْربونا خدا ناو ویدا جی بِگِریت،

Gade chapit la Kopi




Kolosî 1:19
12 Referans Kwoze  

Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye


Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand.


Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.


Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.


Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê Rʼuhʼ bê çap dide Wî.


Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza hʼemû eʼzmana, wekî her tiştî hʼizûrîya Xweva tʼijî ke.


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite