Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 1:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin, Nixuriyê hemû afirînê ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Әԝ ә сурәте Хԝәдейе кӧ хӧйа набә, Әԝ Ньхӧрийе сәр һʼәму әʼфьринарʼа.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 مسیحْ صومَته خدایه گو نایِتَ دیتِنَ، اَو گوره اَوِلیَ، سَرتِر ژه تواوی آفِراندِنه.

Gade chapit la Kopi




Kolosî 1:15
23 Referans Kwoze  

Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?


Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Ew ku binyatʼa Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nekʼet, ku bima weke Xwedê,


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira hʼemû milyakʼetêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin».


Tʼenê Ewî nemirî ye, nava rʼonayîyêda ye, ku tʼu kes nikare nêzîk bê. Tʼu qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta hʼeta-hʼetayê Wîrʼa be! Amîn.


Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite