Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 5:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye!

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Бина хԝә жь һәвдӧ тәнг нәкьн хушк-бьрано, кӧ диԝана ԝә нәбә. Ва йә һʼакьм пьшт дери сәкьни йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 گَلی بِرایا، ژه یِگودو شِکایَته نَگَن، گو دیوانا وَ نَیِتَ گِرِن؛ بَرخودَنه، ’قاضی‘ بَر دَری راوَستایَ.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 5:9
21 Referans Kwoze  

Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


Usa jî gava hûn van hʼemû tişta bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e, li ber şêmîkê ye.


Hindava hevda mêvanhʼiz bin, bîna xwe teng nekin.


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Lê ewê li ber Wî cabdar bin, Yê ku hazir e dîwana mirî û zêndîya bike.


Çimkî tʼemamîya Qanûnê bi vê gotinê tê sêrî: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike».


Ev hʼemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axirîya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê.


Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Ew nêzîk e, li ber şêmîkê ye.


Dilê her kesîrʼa çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdarîyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hʼiz dike.


Lema Hêrodîyayê kʼîn Yûhʼennarʼa dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû,


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Tʼenê Qanûndarek û Hʼakimek heye, ku dikare hin xilaz ke û hin jî unda ke. Lê tu kʼî yî ku loma hevalê xwe dikî?


Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde.


Xûşk-birano, alîyê teʼlî-tengîya û sebirêda çʼeʼv bidine wan pʼêxembera, yêd ku bi navê Xudan xeber dane.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite