Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 5:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Ләма бәр һәв гӧнед хԝә бьдьнә рʼуйе хԝә у бона һәв дӧа бькьн, ԝәки һун ԛәнщ бьн. Дӧайе йе рʼаст гәләки ԛәԝат ә у һʼӧкӧм дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَجا لاره یِگودو گُنَهه خو اعتراف گَن و بُ یِگودو دعایا بِگَن گو اون شفایه بِگِرِن. دعایا مِرُوه صالِح، قُدرَتَگه عَظیم هَیَ و اَثَرا وه گَلَکَ.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 5:16
68 Referans Kwoze  

Heger bawerîya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin».


Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Û çi ku bixwazin, emê ji Wî bistînin, çimkî em tʼemîyêd Wî diqedînin û ew tiştêd ku li Wî xweş tên, em wan dikin.


Gelek bawermend jî dihatin gunêd xwe didane rʼûyê xwe û kirêd xwe digotin.


û nigêd xwe rʼîya rʼastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be.


Xûşk-birano, bona me jî dua bikin.


gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.


Bona me dua bikin. Em eʼseyî zanin ku îsafa me rʼihʼet e û dixwazin ku her tiştî rʼast bikin.


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunekʼar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê rʼast bêne hʼesabê.


Çawa nivîsar e: «Yekî rʼast tʼune, tʼu kes tʼune,


Bi bawerîyê Habîl hʼedîke ji hʼedîya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî rʼast, çimkî hʼedîyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rʼast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh.


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


Û şagirt rʼabûn, gund-gund gerʼîyan û her dera Mizgînî dan, nexweş qenc kirin.


Ji hʼemû welatê Cihûstanê û tʼemamîya cimeʼta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û çʼemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn.


Şimhʼûn lê vegerʼand û got: «Hûn bona min hîvî ji Xudan bikin, wekî ji ew gotinêd we tʼu tişt neyê serê min».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite