Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 5:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî rʼake ser pʼîya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 У дӧайе бь баԝәрийе ԝе йе нәхԝәш ԛәнщ кә у Хӧдан ԝе ԝи рʼакә сәр пʼийа. У һәгәр гӧнәк жи кьрьбә, ԝе ԝи бе бахшандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 دعایا بِ ایمانه، دیه نجاته بِدَتَ مِرُوه نَساخ و خاده دیه اَوی راگَتَ سَرپِیا، و هَگو اَوی مِرُوی گُنَه گِره بِن دیه بِتَ بَخشین.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 5:15
18 Referans Kwoze  

Heger yek ji we teʼlî-tengîyêda ye, bira dua bike. Heger yek şa ye, bira eşqî Xwedê bistirê.


Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.


Lê tʼenê bira bi bawerîyê bixwaze û dudilî nebe, çimkî yê dudilî mîna pêlêd beʼrê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin.


Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe.


Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te».


Xwestina Yê ku Ez şandime ev e, wekî Ez ji hʼemûyêd ku Wî dane Min tʼu kesî unda nekim, lê Rʼoja Axretêda ji mirinê rʼakim.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê.


bira ew zanibe yê ku gunekʼar ji rʼîya wîye xalifî vedigerʼîne, ew rʼuhʼekî ji mirinê xilaz dike û gelek guna rʼesît dike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite