Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 3:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Ziman jî agirek e, dinyake zulmkʼar e nava endemêd meda. Ew tʼemamîya qalibê me dihʼerʼimîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Wisa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Зьман жи агьрәк ә, дьнйакә зӧлмкʼар ә нава әндәмед мәда. Әԝ тʼәмамийа ԛальбе мә дьһʼәрʼьминә, агьр дәԝра жийина мерьв дьхә у әԝ хԝәха жь алава агьре доже пегьрти йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اَزمان ژی آگِرَگَ؛ دُنیایَگَ ژه پیسیتیه. اَزمان اَندامَگ ژه اَندامه بَدَنا مَیَ گو تواوی بَدَنه پیس دِگَت و آگِری بَردِدَتَ تواوی دَورانا ژیانه، آگِرَگ گو جَهنَمه اَو هِل گِریَ.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 3:6
62 Referans Kwoze  

Tiştekî usa tʼune, ku ji derva bikʼeve nav-dilê mêriv û wî bihʼerʼimîne, lê ew tiştêd ku ji dil dertên, ew mêriv dihʼerʼimînin.


Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.


Bona vê yekê gava ez bêm, ezê kirêd wî gilî kim, ku çawa davêje me, xeyba me dike. Bi vê yekê jî rʼazî nabe, ne ku tʼenê bira qebûl nake, lê yêd ku dixwazin bira qebûl kin, ber wan rʼadibe û wan ji civînê jî derdixe!


Çima ew nînin, yêd ku wî navê qenc bêhurmet dikin, kʼîjan ser we ye?


Şeʼdêd derew anîn dane sekinandinê û wan got: «Eva tʼerka xeberdana miqabilî vî cîyê pîroz û Qanûna Mûsa nake.


Hingê Petrûs wîrʼa got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu Rʼuhʼê Pîrozrʼa derewa bikî û ji qîmetê eʼrdê hinekî veşêrî?


Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


Wê îdî çʼirûsîya çʼirê jî tʼu car nav teda xuya nebe Wê îdî dengê bûk-zeʼvê jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê. Bazirganêd te giregirêd dinyayê bûn û hʼemû milet bi sêrbazîya te ji rʼê xalifîn.


Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin


Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin.


Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.


Her cûrʼe rʼeʼwir, teyrede, şûlikî û hʼeywanêd beʼrê têne zeftê û zeftî mêriv dibin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite