Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 3:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Di nav we de yê fêmdar û şehreza kî ye? Bila ew bi awayê jiyana xwe ya qenc kirinên xwe di nav nermiya şehrezayiyê de nîşan bide.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Нава ԝәда кʼи сәрԝахт у аԛьл ә? Бьра әԝ бь пʼәргалийа хԝәйә ԛәнщ, кьред хԝә бь мьлуктийа сәрԝахтийе бьдә кʼьфше.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 ناو وَدا که زانا و شارَزایَ؟ بِهلِن اَو مِرُو اَوه بِ ژیانا دوز نیشان دَت، بِ عمله گو بِ دل نِزِمیه نَ گو ژه حکمته تِن.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 3:13
46 Referans Kwoze  

milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tʼune.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Xwezî li şkestîya, çimkî eʼrdê pʼara wan be.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke.


Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin.


Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.


Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin.


Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe rʼazî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke.


Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê.


Awa hʼizkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanrʼa bidine îzbatkirinê, wekî hʼemû civîn wê yekê bibînin.


«Bêjine bajarê Sîyonê: ‹Va Pʼadşê te tê cem te, berbihêr, li kʼerê û ceʼşika kʼerê sîyarbûyî›».


lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e.


Ez aha dibêjim, ku hûn şerm bikin! Gelo nava weda yekî serwaxt tʼune, ku bikaribe nava birada serederîyê bike?


Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir.


Pʼerehʼizî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, rʼazî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê tʼu car ji te neçim û tʼu car te berʼnadim».


Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hʼemû rʼabûn-rʼûniştina xweda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite