Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 2:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew jêrʼa rʼastî hate hʼesabê» û dostê Xwedê hate gotinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Bi vî awayî gotina vê nivîsarê hat cih: «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin» û jê re dostê Xwedê hat gotin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 У готьна ньвисаре һатә сери, кӧ дьбежә: «Бьраһим Хԝәде баԝәр кьр у әԝ жерʼа рʼасти һатә һʼәсабе» у досте Хԝәде һатә готьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 و اَو نِویسارا گو تَوراته دا هاتیَ نِویساندِن قَوِمی گو دِبِژیت: «ابراهیم ایمان اینا خدا و اَوَ بُ وی صالِح بون حساب بو،» و ابراهیم هَواله خدا دِهاتَ گاز گِرِن.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 2:23
22 Referans Kwoze  

Mesele, bona Birahîm aha nivîsar e: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêrʼa rʼastî hate hʼesabê».


Xwedê dest ji cimeʼta Xwe nekir, kʼîjan pêşda bijartibû. Yan hûn nizanin serhatîya Êlyasda nivîsar çi dibêje çawa, wî şikîyatê Îsraêlê li Xwedê dikir digot?


Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.


Çimkî nivîsara pîroz Firewinrʼa dibêje: «Bona wê yekê Min tu kirî pʼadşa, wekî qewata Xwe bi te bidime kʼifşê û navê Min tʼemamîya dinyayêda bê gotinê».


Ewî destpêkir wanarʼa got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst».


Tʼevî Wî du qaçax jî xaç kirin, yek li milê Wîyî rʼastê, yê din li milê Wîyî çʼepê.


Çima we ew nivîsar nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê.


Çimkî kʼitêbêda nivîsar e: «Va Ez Sîyonêda kevirekî jibareyî û xweyîqedir çawa kevirê eʼnîşkê datînim û kʼî bawerîya xwe Wî bîne, tʼu car wê şermî nemîne».


Tʼemamîya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rʼastkirinê û şîretkirina jîyîna heqîyêda,


«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.


Hûn dibînin ku meriv bi kira rʼast tê hʼesabê, ne ku tʼenê bi bawerîyê?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite