Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî tʼunebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Birayên min, eger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî tunin, hingê çi feyde heye? Ma ew bawerî dikare wî xilas bike?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Чь фәйдә хушк-бьрайед мьн, һәгәр йәк бежә кӧ баԝәрийа ԝи һәйә, ле кьред ԝи тʼӧнәбьн? Гәло әва баԝәрийа дькарә ԝи хьлаз кә?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 اَی بِرایِت مِن، چه خِیرَگ وه هِنده دا هَیَ هَگو مِرُوَگ بِژیت ایمان هَیَ، بله عمل چه نَبیت؟ ما ایمانَگه وِسا دِگاریت وی نجات دَت؟

Gade chapit la Kopi




یعقوب 2:14
31 Referans Kwoze  

Lê ewê xeberêd Min dibihê û naqedîne, mîna merivekî ye, yê ku ser xwelîyê bê hʼîm malê xwerʼa çêdike. Gava çʼem lê dixe, destxweda hildişê, wêran dibe, li ber mîratʼê diçe».


Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.


Hema bona vê yekê her alîyava xîret kin, ser bawerîya xweda qencîyê zêde kin, ser qencîyêda zanebûnê,


Awa çawa qalib bê rʼuhʼ mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye.


Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêrʼibandinê, Îshaq kire qurban. Ewî soz standibûn, lê dîsa kurʼê xweyî tayê tʼenê dikire qurban,


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.


Pʼara te vê yekêda tiştek tʼune, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rʼast e.


Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Bi wê jî hûn xilaz dibin, heger wê xeberê, ya ku min werʼa dannasîn kir, qewîn bigirin. Heger na, bawerîya weyê badîhewa be.


Nava me û wanda tʼu firqî danenî, bi bawerîyê dilê wan paqij kir.


ji we yek wanrʼa bêje: «Bi xêr û silamet herʼin, germ û tʼêr bin», lê tiştêd ku ew hʼewce bin nede wan, çi feyde?


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Şimhʼûn xwexa jî bawer kir hate nixumandinê û tʼimê tʼevî Fîlîpo bû. Û gava ew nîşan û kʼeremetêd zor ku dibûn didît, eʼcêbmayî dima.


Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa».


Belê kʼara sinetîyê wê hebe, heger Qanûnê biqedînî. Lê heger tu Qanûnê ditʼerʼibînî, sinetbûna te dibe bêsinetî.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Du dest kʼincê kʼê hene, bira yekî bide wî, yê kʼê ku tʼune û xurekê kʼê heye, bira dîsa usa bike».


Nexapin xûşk-birayêd mine delal!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite