Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 1:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Û sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kʼamil û gihîştî bin, tʼu kêmasîke we tʼunebe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Û bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 У сәбьр жи, бьра бь думька дьреж бә, ԝәки һун кʼамьл у гьһишти бьн, тʼӧ кемасикә ԝә тʼӧнәбә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بِهلِن گو طیگ راوَستان شُلا خو کامِل گَت گو وِسا اون بالغ و کامِل بِن و وَ چه گِماسی چه نَبیت.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 1:4
26 Referans Kwoze  

Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.


Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.


wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be.


bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der.


Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe.


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Lê li cem kʼê ev şuretana tʼunene, ew çʼeʼvada haqas meʼrim e, wekî qet nabîne û bîr kirîye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye.


Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî.


Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».


Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were».


Xort jêrʼa got: «Min ev hʼemû xweyî kirine. Îdî çi kêmasîya min heye?»


De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite