Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 1:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 Li ba Bav Xwedê, dîndariya paqij û bêleke ev e ku mirov di tengahiyên sêwî û jinebiyan de here serdana wan û xwe ji lekeyên dinyayê biparêze.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ль бәр Бав Хԝәдейе мә хԝәденасийа рʼаст у беԛӧсур әв ә: Тәʼли-тәнгийада дәст бавежьнә сеԝийа у жьнәбийа у һʼәвза хԝә жи жь ләкʼед дьне бькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 دینداریا خالص و پاک نَظَرا خدایه باب دا اَوَیَ: کمکا اِتیما و بِوَژِنا ناو تَنگاتیه واندا گِرِن و خو ژه لَکه وه دُنیایه پارِزین.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 1:27
36 Referans Kwoze  

Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Lê heger zarʼ yan nevîyêd jinebîkê hebin, bira ew zarʼ pêşîyê mala xweda hîn bin çawa xwedênasîya xwe bidine kʼifşê û bi vî tiherî deynê dê û bavê xwe vegerʼînin, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Evana her du jî li ber Xwedê rʼast bûn û nav hʼemû tʼemî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn.


Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê rʼast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê rʼast bêne hʼesabê.


Eʼyan e tʼu kes bi Qanûnê nikare li ber Xwedê rʼast bê hʼesabê, çimkî nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike».


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,


Em bi wî şikirîyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifirʼa mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê.


Bi vî awayî Ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan tʼevî binyatʼa xwedêtîyê bin û ji wê boş-betalîya ku ji dilhavijîyêd dinê pêşda tê birʼevin.


Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite