Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 1:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Nexapin xûşk-birayêd mine delal!

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Birayên min ên hezkirî, neyên xapandin!

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Нәхапьн хушк-бьрайед мьнә дәлал!

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَی بِرایِت مِن یه عزیز، نَینَ لِباندِن!

Gade chapit la Kopi




یعقوب 1:16
22 Referans Kwoze  

Zanibin, xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrskʼetinêda giran be,


Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî,


Nexapin, Xwedê nabe pêkʼenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.


Ez vê yekê dibêjim, wekî tʼu kes we bi zarê şîrin nexalifîne.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


yêd ku ji rʼastîyê xalifîne û dibêjin, ku rʼabûna mirîya îdî bûye û bawerîya hineka deverʼû dikin.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Ew ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye. Hûn lap xalifî ne!»


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê?


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


Xûşk-birayêd min! Hûn ku bawermendêd Xudanê me Îsa Mesîhê xweyîrʼûmet in, firqîyê nekine nava meriva.


Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî tʼunebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke?


Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.


Hema ji wî devî jî dua û nifirʼ dertên. Xûşk-birayêd min, ev yek ne cayîz e ku aha be.


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


Berî her tiştî xûşk-birayêd min, sond nexwin, ne bi eʼzmên, ne bi eʼrdê, ne jî sondeke mayîn. Bira «Belê»-ya we belê be, «Na»-ya we na be, wekî hûn dîwanê ser xweda neynin.


Gelî xûşk-birayêd min! Heger yek ji we ji rʼîya rʼastîyê bikʼeve û yekî din wî vegerʼîne,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite