Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, silavan li diwanzdeh eşîrên ku belav bûne dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Жь Аԛубе хӧламе Хԝәде у Хӧдан Иса Мәсиһ: Сьлав ль ԝә һәр донздәһ әʼширед дьнйайеда бәлабуйи бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ژه یعقوب، خُلامه خدا و خاده عیسیْ مسیحْ، بُ دانزدَه طایفه بنی اسرائیله گو دُنیایه دا پَخش بونَ. سِلاو!

Gade chapit la Kopi




یعقوب 1:1
41 Referans Kwoze  

Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cimeʼta Xwedêye bijartîrʼa, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye.


Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?


Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.


xût bona wî sozê ku her donzdeh eʼşîrêd me bi dil û can, şev û rʼoj Xwedê hʼebandine, wekî bigihîjine ewê yekê. Belê bona vê gumanê ye, ku cihû şikîyatê min dikin, pʼadşayî xweş be.


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Gava ewana kerʼ bûn, Aqûb deng hilda û got: «Gelî bira! Guh bidine min.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Rʼoja dinê Pawlos tʼevî me çû cem Aqûb, hʼemû berpirsîyar jî hazir bûn.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tʼevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikʼişîya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê.


Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.


Feʼmdarî ye ku hê qurʼnêd derbazbûyîda Qanûna Mûsa her bajarîda tê hînkirinê û hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada wê dixûnin».


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne?


Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.


Hingê rʼeqema yêd ku hatibûne morkirinê min bihîst: Ji hʼemû qebîlêd zarʼêd Îsraêl sed çil çar hʼezar hatibûne morkirinê.


Wî çaxî Orşelîmêda cihûyêd xwedêxof diman, ew ji nav hʼemû miletêd bin pʼerʼê eʼzmênda hatibûn.


wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


Bike ku berî zivistanê bêyî. Eybûlo, Pûdês, Lînos, Klawdîya û hʼemû xûşk-bira li te silav dikin.


«Ji Klawdyo Lûsyo, Silav Felîksê welîyê xweyîqedirrʼa!


Metta û Tʼûma, Aqûbê Halfawo û Şimhʼûnê ku welatpʼarist dihate gotinê.


Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tʼûma, Aqûbê kurʼê Halfawo, Tedayo, Şimhʼûnê welatpʼarist


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite