Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 8:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Lê Xwedê cimeʼtê neheq dike û dibêje: «Va rʼojê bên, Xudan dibêje, Ezê tʼevî mala Îsraêl û tʼevî mala Cihûda peymaneke nû girêdim,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Lê Xwedê gelê xwe biqusûr dibîne û dibêje: «Xudan dibêje: ‹Va ye, roj tên Ku ezê bi mala Îsraêl re Û bi mala Cihûda re Peymaneke Nû girêdim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ле Хԝәде щьмәʼте нәһәԛ дькә у дьбежә: «Ва рʼоже бен, Хӧдан дьбежә, Әзе тʼәви мала Исраел у тʼәви мала Щьһуда пәйманәкә ну гьредьм,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 چون گو خدا عَیبا ناو واندا پَیدا دِگَت و دِبِژیت: «خاده دِبِژیت، بَرخودَنه، اَو رُژ تِن گو اَزه گَل مالباتا اسرائیل و مالباتا یهودادا عَهدَگه تازَ گِردَم.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 8:8
25 Referans Kwoze  

û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide.


Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê hʼeta-hʼetayê bistînin, kʼîjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn.


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî. Vê yekê bona bîranîna Min bikin, çi car gava hûn jê vexwin».


Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê rʼêtinê.


Û wanrʼa got: «Eva xûna Min e bona peymanê, ku bona geleka tê rʼêtinê.


Û şagirtêd Xwerʼa got: «Wê rʼojê bên, ku hûnê hʼizreta rʼojeke Kurʼê Mêriv bin, lê nabînin.


eva xûna Min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê.


Dest vê sondê jî Îsa wekʼîltîyê peymaneke hê qenc dike.


Lê rʼast xizmetkʼarîke hê bilind Îsarʼa hate dayînê, çawa ku Ew navçêtîyê peymaneke hê qenc dike, çimkî ev peymana li ser sozêd hê qenc hʼîmgirtî ye.


Gava Xwedê bona peymaneke «nû» got, ya pêşin kevin kir û çi ku kevin û pîr dibe, ber undabûnê ye.


Lê gerekê şerava nû bikine meşkêd nû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite