Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 8:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Her serekkʼahînek bona qurban û hʼedîdayînê kʼifşkirî ye, awa gerekê tiştekî vî jî hebûya ku bida.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Çimkî her serokkahîn ji bo pêşkêşkirina diyarî û goriyan tê destnîşankirin. Ji bo vê yekê divê tiştekî ku Serokkahînê me jî pêşkêş bike hebe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Һәр сәрәккʼаһинәк бона ԛӧрбан у һʼәдидайине кʼьфшкьри йә, аԝа гәрәке тьштәки ви жи һәбуйа кӧ бьда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 چون گو هر کاهینَگه مَزِن دِتَ کِفش گِرِن گو دیاریا و قُربانیا پِشکِش گَت. بَجا وِسا، بُ وی کاهینی لازِمَ گو دِشدَگ بُ پِشکِش گِرِنه هَبیت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 8:3
14 Referans Kwoze  

Her serekkʼahînek ji nav meriva tê bijartinê û kʼifşkirinê, ku bona meriva li ber Xwedê bisekine, wekî hʼedî û qurbana ber guna bide.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Îsarʼa ne lazim e ku Ew her rʼoj mîna serekkʼahînêd mayîn pêşîyê bona gunêd xwe û paşê bona gunêd cimeʼtê qurbana bide. Ewî ev yek carekê bona her tʼim kir, çaxê Xwe kire qurban.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.


Çimkî gava eme hê bêçʼare bûn, Mesîh bona me nepʼaka wextda mir.


lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Heger eva li ser dinê bûya, wê nebûya kʼahîn jî, çimkî hene kʼahîn ku anegorî Qanûnê hʼedîya didin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite