Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 8:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan Peymana ku ezê bi mala Îsraêl re girê bidim ev e: Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan Û ezê wan li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan, Û ew jî wê bibin gelê min.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ле әв ә әԝ пәйман, йа кӧ Әзе тʼәви мала Исраел гьредьм, пәй ԝан рʼожарʼа, Хӧдан дьбежә: Әзе ԛанунед Хԝә бькьмә һʼьше ԝан у дьле ԝанда жи ԝан бьньвисьм у Әзе Хԝәдейе ԝан бьм, әԝе жи щьмәʼта Мьн бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 خاده دِبِژیت: چون گو اَوَیَ اَو عَهدا گو پاشه وان رُژا اَزه گَل مالباتا اسرائیل دا گِردَم. اَزه اَمرِت خو دانِمَ ناو فِکره واندا، و اَزه سَر دله وان بِنویسِم، و اَزه بِبِمَ خدایه وان، و اَو دیه بِبِنَ قَومه مِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 8:10
34 Referans Kwoze  

Kʼifş e ku hûn neʼma Mesîh in bi xizmetkʼarîya me nivîsar, ne ku bi hʼubirê, lê bi Rʼuhʼê Xwedêyê sax, ne ku ser selêd kevirî, lê ser tʼextêd dilê xûn û goşt.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Û ev e peymana Mine tʼevî wan, gava Ez gunêd wan hildim».


Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›. Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye».


Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.


Yan hûn nizanin yê ku tʼevî qava dibe, tʼevî wê dibe bedenek? Çawa nivîsar dibêje: «Her du wê bibine bedenek».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite