Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 7:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Û çawa eʼyan e Xudanê me ji qebîla Cihûda bû û Mûsa derheqa kʼahîntîya wê qebîlêda tʼu tişt negotîye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Îcar eşkere ye ku Xudanê me ji eşîra Cihûda hatiye û li ser kahîntiya vê eşîrê Mûsa tiştek negotiye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 У чаԝа әʼйан ә Хӧдане мә жь ԛәбила Щьһуда бу у Муса дәрһәԛа кʼаһинтийа ԝе ԛәбиледа тʼӧ тьшт нәготийә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چون گو آشگَرایَ گو خادیه مَ عیسی، ژه نَسلا یهودا بو و راستا وه طایفه دا، موسی راستا کهانته دا چه دِشد نَگُت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 7:14
22 Referans Kwoze  

Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke».


Nehşonê Amînadav, Amînadavê Admîn, Admînê Aram, Aramê Hesrûn, Hesrûnê Pêrês, Pêrêsê Cihûda,


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.


Awa eʼvdo, tu ku loma xweyê van kira dikî û tu xwexa jî wan tişta dikî, te tʼirê tê ji dîwana Xwedê birʼevî?


Tʼûma lê vegerʼand û gotê: «Xudanê min û Xwedêyê min!»


Milyakʼeta wêrʼa got: «Eʼvdê! Tu çima digirîyî?» Meryemê got: «Xudanê min hildane û ez nizanim Ew danîne kʼu derê».


Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat?


Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


‹Ya Beytlehʼma welatê Cihûda, tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biçʼûk î, çimkî Serwêrekê ji te rʼabe, ku şivantîyê cimeʼta Min Îsraêlê bike›».


Û bona kʼîjanî ku ev yek tê gotinê, ew ji qebîleke din bû, ji kʼîjanê tʼu kesî gorîgehêrʼa xizmetkʼarî nekirîye.


Û eva hela hê eʼyan e, gava kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼadibe,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite