Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 5:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Îsa di jiyana xwe ya li ser erdê de bi gazî û hawar, bi hêstirên çavan dua û lavan pêşkêşî wî kir, ku dikarî ew ji mirinê xilas bikira û ji ber xwedêtirsiya xwe hatibû bihîstin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Иса жийина Хԝәйә ве дьнйайеда гәләки кʼәсәр у бь һесьра лава у рʼәща жь Ԝи дькьрьн, Йе кӧ дькарьбу Әԝ жь мьрьне хьлаз бькьра у бона мьлукти у ельмийа Ԝи һатә бьһистьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 عیسی، رُژه ژیانا خو سَر رویه عَردی، بِ دَنگا بِلند و بِ رُنگه چاوا، بُ درگاها خدا گو دِگاری اَوی نجات دَت، دعا و هِوی پِشکِش گِرِن و بَر خاطره اطاعتا وی یا کامِل دعایا وی قَبول بو.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 5:7
38 Referans Kwoze  

Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe eʼzmênda kir û got: «Bavo, wext pêrʼa gihîştîye. Kurʼê Xwe rʼûmet ke, wekî Kurʼ jî Te rʼûmet ke.


Nêzîkî sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»


Û sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»


Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em pʼadşatîke nehʼejîyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihʼebînin, çawa ku li Wî xweş tê,


Îsa dîsa bi dengekî bilind kire gazî û rʼuhʼê Xwe da.


Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û rʼuhʼê Xwe da.


Çawa ku zarʼ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, kʼete binyatʼa merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku hʼukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin


Û Îsa bi dengê bilind kire gazî û got: «Bavo, rʼuhʼê Xwe didime destê Te». Û gava ev yek got, rʼuhʼê Xwe da.


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in.


Lê her rʼuhʼê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ekʼsîmesîh e, bona kʼîjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye.


Lê gava wext pêrʼa gihîşt, Xwedê Kurʼê Xwe şand, ku ji kʼulfetê bû û kʼete bin Qanûnê,


Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Lema jî, gava Mesîh wê bihata vê dinê, got: «Te qurban û hʼedî nexwestin, lê Te bona Min qalibek hazir kir.


Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite