Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 5:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Çawa cîkî din jî dibêje: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Çawa ku ew di dereke din de jî dibêje: «Li gor pergala Melkîsedek, Tu her û her kahîn î.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Чаԝа щики дьн жи дьбежә: «Тӧ һʼәта-һʼәтайе Кʼаһин и, мина Мәлкʼи-Садьԛ».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 هَ وِسا گو جیَگه دیتِردا ژی دِبِژیت: «تِ حَتا اَبَده کاهینی، کاهینَگ، له دَرَجا مِلْکیصِدِق.»

Gade chapit la Kopi




Îbranî 5:6
10 Referans Kwoze  

Çimkî nivîsar şeʼdê vê gotinê ye ku: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq».


lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû kʼahîn gava Wîrʼa got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venagerʼe: Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î».


Ew bê bav, bê dê û bê rʼikʼinyat bû, ne rʼoja bûyîna wî eʼyan bû, ne jî xilazîya eʼmirê wî. Ew mîna Kurʼê Xwedê bû û tʼimê kʼahîn dimîne.


û ji Xwedê hate navkirinê «Serekkʼahînê mîna Melkʼî-Sadiq».


wê dera ku Îsa çawa pêşîkʼêş bona me kʼetîyê. Ew bûye serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq.


Û eva hela hê eʼyan e, gava kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼadibe,


Vî alîyê kʼahîntîyêda, merivêd ku dimirin dehekê distînin, lê alîyê Melkʼî-Sadiq, yê ku dehekê distîne bona wî nivîsar dibêje, ku ew sax e.


Awa heger kʼamilbûn bi destê kʼahîntîya lêwîya bibûya, (çawa cimeʼta Îsraêlê ser wî hʼîmî Qanûn standibû), îdî çi lazim bû ku kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼabûya û ne ku mîna Harûn?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite