Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 5:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Rʼastîyê kʼeve hʼeta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hʼewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hʼewcê şîr in, ne ku xwarina giran.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Diviya ku heta niha hûn bibûna mamoste, lê belê dîsa hewcedariya we heye ku yek dersên pêşî yên peyva Xwedê hînî we bike. Ne xwarina giran, lê belê hûn hê hewcedarê şîr in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Рʼастийе кʼәвә һʼәта ньһа гәрәке һун дәрсдар буна, ле һун һе һʼәԝщә нә кӧ жь готьнед Хԝәде дәрсед пешьнә садә һин бьн. Һун һәла һе һʼәԝще шир ьн, нә кӧ хԝарьна гьран.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 چون بِ وه حالی گو حَتا نَهَ، اون بوخو دِبی بِبانَ ماموستا، وَ احتیاج هِنده هَیَ گو مِرُوَگ اصله اَوِلیَ کلاما خدا فِرَ وَ بِگَت. وَ احتیاج شیری هَیَ، نه رِسقه قاوَت!

Gade chapit la Kopi




Îbranî 5:12
23 Referans Kwoze  

Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa hʼîm nevêjin neyêne ser vegerʼandina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê,


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Ewê ku şîrxur e, ew nikare hînkirina heqîyê bimehʼîne, çimkî dergûş e.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min».


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd feʼmdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi hʼezara xeberêd xerîb.


Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.


Mûsa ew bû, yê ku berʼîyêda nava cimeʼtê bû, li serê çʼîyayê Sînayê jî tʼevî wî milyakʼetî bû, kʼîjanî tʼevî wî kal-bavêd merʼa xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».


Heyneser xûşk-birayêd min, bi Xudan şa bin! Ez aciz nabim ku dîsa wan tişta werʼa dinivîsim, lê ew bona bêxofîya we ye.


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.


Bona vê yekê gelek tiştêd meye gotinê hene, lê şirovekirina van zeʼmet e, çimkî guhada hûn giran bûne.


Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite