Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 4:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Дә иди әм меркʼими незики тʼәхте Хԝәдейи кʼәрәме бьн, ԝәки рʼәʼме бьстиньн у кʼәрәме бьбиньн кӧ гава әм һʼәԝщә бьн, аликʼарийа мә бькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَجا وَرِن گو اَم بِ اطمینانه نِیزوکی تَختا لطفه بِن گو رَحم مَ بِتَ گِرِن و اَم لطفه بیننَ دَست گو وقته هَوجَییه دا آریکاریا مَ بِگَت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 4:16
18 Referans Kwoze  

Yektîya Mesîhda û pê wê bawerîya meye ser Wî em dikarin bi mêrkʼîmî û rʼûvekirî nêzîkî Xwedê bin.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Lema jî rʼûyê me digire ku em bêjin: «Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?»


Wextekê hûn ne tʼu cimeʼt bûn, lê niha bûne cimeʼta Xwedê, hûne bê rʼeʼma Xwedê bûn, lê niha we rʼeʼm dîtîye.


Çimkî bi saya Wî, îzina me her duya jî heye, bi Rʼuhʼekî nêzîkî Bavê bin.


çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin.


Ser sindoqê, xêrûbêd rʼûmeta Xudan hebûn û ser cîyê ku gune dihatine baxşandinê, dikirine sî. Niha ne wext e ku em bona wan bi hûr-gilî xeber din.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite