Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 4:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Çimkî Serokkahînê me ne wisa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Сәрәккʼаһинәки мәйи ӧса тʼӧнә, кӧ бетʼаԛәтийед мәда дьле Ԝи сәр мә нәшәԝьтә, ле Әԝ жь һʼәму алийада щерʼьбанди йә мина мә, ле тʼәне бегӧнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 چون گو کاهینه مَ یه مَزِن وِسا نینَ گو نَگاریت دله خو بُ ضعفه مَ بِشَوتینیت، بَلگو اَو، همو آلیادا بینا مَ هاتیَ امتحان گِرِن، بله گُنَه نَگِریَ.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 4:15
20 Referans Kwoze  

Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê eʼyan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune tʼune.


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Ew çawa însan dikare bi dilê şewat kʼomeka wanrʼa be, yêd ku nezan û xalifî ne, çimkî ew xwexa jî nava bêtʼaqetîyada ye.


Ji we kʼî dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger rʼastîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin?


Hûn in, yêd ku nava cêrʼibandinêd Minda hʼeta niha tʼevî Min mane.


çil rʼojî ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ewî wan rʼojada tiştek nexwar û gava ew rʼoj derbaz bûn, birʼçî bû.


Ew qamîşê pʼerçʼiqî hûr nake, pʼilta diçʼirûse vênasîne, hʼeta ku heqîyê bigihîne sêrî.


Hingê Rʼuhʼ Îsa bire berʼîyê, ku ji Mîrêcin bê cêrʼibandinê.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite