Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 4:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Awa em bikin ku bikʼevine wê rʼihʼetîyê, wekî tʼu kes mîna nebawerîya wan nekʼeve rʼoja wan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Loma ji bo ku tu kes bi eynî cûreyê neguhdariyê nekeve, em xîretkêşiyê bikin, da ku em bikevin wê rihetiyê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Аԝа әм бькьн кӧ бькʼәвьнә ԝе рʼьһʼәтийе, ԝәки тʼӧ кәс мина нәбаԝәрийа ԝан нәкʼәвә рʼожа ԝан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَجا وَرِن اَم مِجِد سَعیا خو بِگَن گو بِچِنَ ناو وه جیه رِحَتیه دا، گو وِسا چه کَس بِ به اَمریَگه وِسا نَکَویت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 4:11
22 Referans Kwoze  

Û Xwedê bona kʼê sond xwar ku nekʼevine rʼihʼetîya Wî, heger ne bona neêlima?


«Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin.


Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.


Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe.


Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.


Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.


Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî,


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Ev in sebeb ku xezeba Xwedê wê ser wan merivêd ku ne gurʼa Wîda ne bê.


Awa Egrîpa pʼadşa, ez miqabilî wê dîtina li berçʼeʼvaye ji eʼzmên nesekinîm.


Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir.


Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin.


Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».


Awa hinekê bikʼevine wê rʼihʼetîyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebawerîyê nekʼetinê.


Dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nepʼakêd pey wanrʼa dersek hişt.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite