Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 3:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Bona vê yekê çawa Rʼuhʼê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Loma, wek ku Ruhê Pîroz dibêje: «Eger îro hûn dengê wî bibihîzin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Бона ве йәке чаԝа Рʼӧһʼе Пироз дьбежә: «Иро һәгәр һун дәнге Ԝи бьбьһен,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَجا هَ وِسا گو رِحا مُقدسا خدا دِبِژیت: «ایرو، هَگو اون دَنگا وی دِبیهیسِن،

Gade chapit la Kopi




Îbranî 3:7
27 Referans Kwoze  

Awa çawa jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin, çawa wextê serhildanêda».


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Bona vê yekê Xwedê rʼojeke din kʼifş dike û dibêje «îro», pey gelek wextarʼa, çawa bi zarê Dawid jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin».


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Dergehvan derî li ber vedike, pez dengê wî dibihê û ew bi nava gazî pezêd xwe dike û wan derdixe derva.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane.


Bi vê yekê Rʼuhʼê Pîroz dide kʼifşê, ku rʼîya Cîyê Herî Pîroz nevekirîye, hʼeta ku goza der heye.


Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê Rʼuhʼ Xudanê xwe hʼesab dike? Çimkî wî got:


Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa rʼast Rʼuhʼê Pîroz bi Îşaya pʼêxember tʼevî kal-bavêd me xeber da


Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.


Rʼuhʼ Fîlîporʼa got: «Pêşda herʼe û rʼex eʼrebêva here».


Rʼuhʼê Pîroz jî şeʼdetîyê dide me. Pêşîyê dibêje:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite