Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 3:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Rʼast e Mûsa tʼemamîya mala Wîda xulamekî amin bû, bona şeʼdetîya wan tiştêd ku Xwedê wê bigota.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Rast e, Mûsa, ji bo şahidiya wan tiştan bike, ku wê piştre bihatana gotin, di tevahiya mala Xwedê de wek xizmetkarekî dilsoz bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Рʼаст ә Муса тʼәмамийа мала Ԝида хӧламәки амьн бу, бона шәʼдәтийа ԝан тьштед кӧ Хԝәде ԝе бьгота.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 نَهَ، موسی مقاما خِذمَتکارَگه دا ناو تواوی مالا خدادا وفادار بو، گو سَر وان دِشده گو قِرار بو پاشوَقتیه دا بِتَ گُتن، شَهادَته بِدَت،

Gade chapit la Kopi




Îbranî 3:5
35 Referans Kwoze  

Ew hindava Xwedêda amin bû, Yê ku Ew bona vê yekê kʼifş kir, çawa Mûsa jî tʼemamîya mala Wîda amin bû.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir».


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.


Lê niha bêyî Qanûnê, rʼasthʼesabkirina Xwedê xuya bûye, bona kʼîjanê Qanûn û pʼêxember jî şeʼdetîyê didin.


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.


Ji wekʼîl jî dikʼeve ku ew amin be.


Mûsa hema ew bû, yê ku zarʼêd Îsraêlrʼa got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda pʼêxemberekî mîna min bona we rʼake›.


Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan.


Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›


Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?


Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye,


(Feʼmdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt eʼfirandîye, Xwedê ye.)


û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û eʼcêb in Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê! Rʼîyêd Te rʼast û ser heqîyê ne, ya Pʼadşayê mileta.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite