Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 2:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ewê ku pîroz dike û ewêd ku pîroz dibin, ev hʼemû jî ji Bavekî ne. Lema Ew vê yekêda şermîyê nabîne, ku wan xûşk-birayêd Xwe hʼesab ke

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Çimkî yê ku pîroz dike û yên ku tên pîrozkirin, hemû ji Yekî ne. Ji ber vê yekê Îsa şerm nake ku ji wan re bêje ‹bira›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әԝе кӧ пироз дькә у әԝед кӧ пироз дьбьн, әв һʼәму жи жь Бавәки нә. Ләма Әԝ ве йәкеда шәрмийе набинә, кӧ ԝан хушк-бьрайед Хԝә һʼәсаб кә

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 چون اَوه گو تقدیس دِگَت و اَونه گو تقدیس دِبِن، همو ژه بابَگه نَ. بَر خاطره وه یگه یَ گو عیسی بوخو عار نَدِزانی گو بِرا گاز گَتَ وان،

Gade chapit la Kopi




Îbranî 2:11
19 Referans Kwoze  

Bi qurbanekê Ewî yêd ku paqij dibin hʼeta-hʼetayê kʼamil kirin.


Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


usa jî Îsa, ku cimeʼt bi xûna Xwe paqij bikira, ji dergehê bajêr der cefa kʼişand.


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin.


wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Çawa ku zarʼ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, kʼete binyatʼa merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku hʼukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin


Lê gava wext pêrʼa gihîşt, Xwedê Kurʼê Xwe şand, ku ji kʼulfetê bû û kʼete bin Qanûnê,


Hʼemû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand, ku ser rʼûyê tʼemamîya dinyayê bijîn. Ewî zeman û sînorêd cî-miskʼena wanrʼa kʼifş kirin.


Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin».


çimkî ‹em bi Wî dijîn, dimeşin û hene›. Çawa çend şayîrêd we jî gotine: ‹Em rʼast zarʼêd Wî ne›.


Û kʼî Min û xeberêd Min şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava Ew bi rʼûmeta Xwe, rʼûmeta Bavê û milyakʼetêd pîrozva bê.


Hingê li yêd dora Xwe rʼûniştî nihêrʼî û got: «Va ne dê û birayêd Min!


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite